Xelkê devera Pişderê ye.
Peyamnêrê me yê li deverê ragihand ku, îro hêzên çekdar yên rejîma Îranê li quntarên Qendîlê êrîşî ser çend welatiyên Kurd ku, karê çerandin û leverandina sevalan kirine, kiriye.
Di encama êrîşa han de welatiyekî Kurd xelkê devera Pişder yê bi navê Hemed Xidir Hemed canê xwe ji dest daye û termê wî jî li quntarên Qendîlê bicîh maye.
Şêniyên deverê piştî bihîstina vê nûçeyê dest bi hewldan bo vegerandina termê wî kirine lê jiber asê bûna deverê heta niha cenaze bo Pişderê nehatiye veguhastin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin