Mesrûr Barzanî: Bazirganîn madeyên hişber Kurdistan kirine armanc

dibêje lazime bi tundtirîn awayî şerê dijî madeyên hişber bikin.
کوردستان TV
100%

Di konferansa rûbirû bûna madeyên hişber de gotarek pêşkêş kir.

Seat 10ê îro yekşem 15ê Cotmehê bi beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hijmarek ji rayedarên Kurdistan, Îraq û aliyên derve konferansa rûbirû bûna madeyên hişber destpê kir.

Di vê konferansa han de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, madeyên hişber metirsiyeke mezinin bo ser Kurdistan û tevahiya mirovatî, lewre emê tevahiya hewlên xwe bo rûbirû bûna madeyên hişber bi tevger dikin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de got; Madeyên hişber û metirsiya wan jî bo ser civaka me û tevahiya civaka mirovatî nekêmî terorê ye.

Mesrûr Barzanî balkêşande ser metirsiya madeyên hişber û daxwaz ji aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, bi tundtirîn şêwe dijî madeyên hijbar rawestin û rê nedin bazirganên madeyên hişber bigehêjin armancên xwe.

Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê jî kir ku, lazime aliyên têkildar hewl bo hişik kirina madeyên hişber ji çavkaniyê bidin jiber ku, belav bûna madeyên hişber metirsiyeke gelek mezine lewre rûbirû bûna madeyên hişber jî erkê hemû aliyane.

Serokwezîr tekez li ser vê yekê kir ku, bazirganên madeyên hişber Kurdistan kirine armanca xwe û emê rê nedin ev bigehêjin armancên xwe û ji aliyeke din ve jî hewl bo vegerandina bikarhênerên madeyên hişber bo nava civakê û rizgar kirina wan ji vê metirsiyê didin.

Serokwezîr tekez li ser vê yekê kir ku, nabe di ceza kirina bazirganên madeyên hişber de kêmanî û kêmasî werin kirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.