Îran gef dike û dibêje beşdarî şer dibe

heta niha Îsraîl tiştek negotiye.
کوردستان TV
100%

Mercek bo Îsraîlê daniye.

Li gor nûçeyeke Axios rejîma Îranê bi awayeke nihênî peyamek daye Îsraîlê.

Axios li ser zarê dîplomatên Amerîkî belav kiriye ku, wezîrê derve yê Îranê di çarçoveya serdana xwe ya bo Sûriye û Libnanê de bi nihênî peyama Îranê daye Îsraîlê û gotiye: Îran naxwaze şer berdewam û berfire bibe lewre lazime Îsraîl bilez dawî bi şer bîne beruvajî Îran jî beşdarî şerê dijî Îsraîlê dibe.

Heta niha Îsraîl di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye lê şer berdewame û Îsraîl dibêje armanca wan tune kirina Hemas û vala kirina Xezeyê ye.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.