Îranî xenekên xwe bi rejîma xwe dikin

xelk dibêje ev tenê dijminatî kirina xelkê Îranê ye.
کوردستان TV
100%

Dibêjin tenê dizane lîstokan çê bike.

Li gor çapemeniya farsî ya derveya Îranê, roja înê li Tehranê rejîm bi mebesta piştîvanî kirina Hemasê li dijî Îsraîlê xwepêşandan organîzekiriye.

Di xwepîşandana han ya rejîmê de ku, tenê alîgirên rejîmê û malbetên leşkeran beşdar bûne, rejîm peykera Îsraîlê çê kiriye, peykera çêkirî ku, ji naylon hatiye çêkirin, weke Netanyahuye, du çekdarên rejîmê destên wî girtine û kelebçe jî li destê wî dane.

Piştî vê xwepîşandana ku, xelkê Îranê ti girîngî pênedaye, xelk dest bi xenek kirin bi rejîma Îranê kiriye û li ser medyaya sosiyal gelek gotin ji rejîmê re hatine gotin û hinek kes nivîsandine; Rejîma Îranê eger tiştek nizane bike dîsa jî baş dizane bi naylon (pilstîkê) bilîze.

Hinek kesên din jî nivîsandine: Rejîm di rastî de nikare û cesaretê nake şerê Îsraîlê bike tenê neçare bo xapandina Felestîniyan bi lîstokan şerê Îsraîlê bike.

hineke din jî nivîsandine: Ev ne şerê Îraniyane, rejîm jiber ku, Îranî û Îraniyan naxwaze, hewl dide ev şerê hanê bandorê li ser Îraniyan jî bike.

hinek kes jî dibêjin ev nîşaneya herî mezin ya dijminatiya rejîma Îranê ya li hember gelên Îranê ye.

 

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.