Îsraîl êrîşî ser vê balefirgeha han kiriye.
Duhê bişev ji aliyê Sûriyeyê ve bi mûşekan êrîşî ser Îsraîlê hatibû kirin û piştî vê êrîşa han Îsraîl jî bersif da.
Di vê çarçoveyê de çapemeniya Sûriyeyê diyar kiriye ku, direngiya şeva derbasbûyî balefirên Îsraîlî êrîşî ser balefirgeha Heleb û derdorê kirine û di encama êrîşa han de ev balefirgeh ku, hefteya derbasbûyî dîsa dest bi liv û tevgeran kiribû, ji kar hatiye xistin.
Ji aliyeke din ve jêderên din qala vê yekê dikin ku, Îsraîl hemwextî balefirgehê êrîşî ser çend navendên leşkerî yên komên çekdar yên ser bi Îranê li deverê de kiriye.
Weke tê zanîn beriya du mehan Îsraîl dîsa bi dijwarî balefirgeha Helebê bordiman kiribû û ji kar xistibû û hefteya derbasbûyî balefirgeh dîsa dest bikar kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin