Rayedarên Îranî li gel komên çekdar û siyasî yên Îraqî civiyane.
Li gor nûçeyeke radio ferda yaku, bi Farsî weşandê dike, beriya sê rojan Cîgirê Fermandarê hêzên Qudis yên Îranî Mihemed Reza Felahzade, balyozê Îranê yê li Îraqê Mihemed Sadiq Alkazim li Îraqê li gel Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malikî, rayedarên Heşda Şebî û Serokê hizbulaha Îraqê civiyane û behsa şerê navbera Îsraîl û Hemasê hatiye kirin.
Di civînê de aliyên Îranî ji aliyên Îraqî xwestine bo şerê dijî Îsraîlê amade bin û bo vê yekê lazime beriya her tiştekî her çawe bûye kontrola cadeya Rojavayê Enbarê yaku, diçe Sûriyeyê bixin destê xwe, pişt re lazime navendên hêzên dilxwaz yên ku, dixwazin biçin Îsraîlê şer bikin were vekirin û piştî vê jî tevahiya mûşekên xwe yên veşartî bixin haleta amadebaşiyê.
Her di civînê de rayedarên Îranî ji wan koman re gotine nabe bêyî fermana Îranê ti tevgerekê bikin û lazime li benda fermana ku, Îranê were bin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin