Joseph Burl: Vala kirina Xezeyê di rojekê de zehmete

NY û YE daxwaza dirêjkirina dema diyarîkirî bo vala kirina Xezeyê dikin.
کوردستان TV
100%

Îsraîl dixwaze Xezeyê bi temamî vala bike.

Şerê navbera Îsraîl û Hemasê berdewame û rixmî hewldanên heyî yên bo rawestandina şer, lê Îsraîl yek merc bo rawestandina şer daniye û tekez kiriye ku, Îsraîl ji wêran kirina Xezeyê poşman nabe û lazime di nava yek rojê de şêniyên vê bajarê bi temamî ji bajêr derkevin jiber ku, vê Xeze bi axê re were yek kirin.

Piştî vê daxuyaniya Îsraîliyan, hem Netewên Yekgirtî û hem jî Yekîtiya Ewrûpayê daxuyanî dan.

NY di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku, dema diyarîkirî bo vala kirina Xezeyê gelekî kême lewre lazime ev dem were dirêjkirin.

Yekîtiya Ewrûpayê jî di vê derbarê de daxuyanî daye û berpirsê karûbarên siyaseta derve ya YE Joseph Burl diyar kiriye ku, valakirina Xezeyê di rojekê de zehmete lewre daxwaz ji Îsraîlê dikin ev dema han were zêdekirin.

Ji aliyeke din ve jêderên dîplomatîkî qala vê yekê dikin ku, projeya Amerîka û Îsraîlê vala kirina Xezeyê ye û bo vê yekê jî Amerîka berdewame li ser hewlên xwe bo razî kirina hin welatên Erebî bo qebûl kirina şêniyên Xezeyê.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.