Îsraîl dibêje 230 berpirs û endamên Hemasî hatine girtin.
Li gor çapemeniya Îsraîlî hevdem li gel dom kirina operasiyon û êrîşên leşkerî yên vê welatî yên li Rojaayê Xezeyê li dijî Hemasê, hêzên ewlekarî yên Îsraîlê dest bi operasiyonên girtinê jî kirine.
Îsraîlê eşkere kiriye ku, di nava çend rojan de hêzên ewlekarî yên vê welatî karîne 230 rayedar û endamên Hemasê li Rojavayê Xezeyê binçav bikin.
Ji aliyeke din ve operasiyonên leşkerî jî didomin û li gor amaran di nava 7 rojên derbasbûyî de hezar û 200 Îsraîlî hatine kuştin û di heman demê de jî nêzî 2 hezar Felestînî hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin