Îran du welatiyên Kurd darve kir

yekê wan 14 sal bû di girtîgehê de bû.
کوردستان TV
100%

Yek ji wan Kurdekî Yarsaniye.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê roja pêncşem li girtîgeha Bûkanê cezaya darve kirina welatiyekî Kurd yê temen 52 sal bi navê Husên Mihemedî hatiye cîhbicîhkirin.

Hengawê herwiha eşkere kiriye ku, nav hatî beriya 14 salan hatibû girtin û cezayê darve kirinê jê re hatibû dayîn.

Her roja pêncşemê welatiyekî din yê Kurd yê Yarsan xelkê bajarê Sehneyê bi navê Reza Resayî yê ku, di dema xwepîşandanên Jîna Emînî de hatibû girtin û dadegeha Şoreşê ya Kirmaşanê cezayê darve kirinê jê re dabû, roja pênceşmê li girtîgeha vê bajarê hatiye darvekirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.