Serok Barzanî li gel balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê civiya.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hitchen kir.
Di civînê de balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê ecîbmayî bûna xwe ya li hember bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên olî û etnîkî yên li herêma Kurdistanê de diyar kir û ragihand ev yek bûye sedema çê bûna pir rengiya olî û etnîkî li Kurdistanê. Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de rola Serok Barzanî di parastina mafên pêkhateyan û çanda bihevre jiyana aştiyane bilind nirxand.
Her di vê derbarê de Serok Barzanî jî diyar kir ku, çanda bihevre jiyana aştiyane di nava gelê Kurdistanê de xwedan dîrokeke dirêje, gelê Kurdistanê di warê pir cure bûna olî û etnîkî de hertim vekirî û azad bûye û ev yek jî bo gelê me zengîniyeke gelek girîngî û cîhê serfiraziyê ye.
Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî behsa qonax û pêvajoyên curbicur yên têkiliyên navbera Îraq û Kurdistanê kir û balkêşande ser sîstema federalî, destûr û rêkeftinan û ev yek dûbare kir ku, li gel hikûmeta federalî û Serokwezîrê Îraqê bo çareser kirina tevahiya kêşeyan, hewlên xwe bi tevger dikin daku, bi rêya diyalog û di çarçoveya destûrê de kêşeyên heyî werin çareserkirin.
Di dawiya civînê de behsa rewşa navxweyî ya Kurdistanê jî hate kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin