Li gel rayedarên Rûsî dicive.
Îro sêşem 10ê Cotmehê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî bi serdaneke fermî gehêşte Moskovaya paytexta Rûsyeyê û ji aliyê rayedarên Rûsyeyê ve hate pêşwazîkirin.
Sûdanî di vê serdana xwe ya bo Rûsyeyê de yaku, li ser vexwandina Serokê Rûsyeyê pêk hatiye vê li gel Serok û rayedarên dinyên Rûsyeyê bicive û di civînan de nîqaş li ser têkiliyên navbera Îraq û Rûsyeyê û çend mijarên din bi taybetî mijarên girêdayî bi enerjî, projeya cadeya geşe pêdanê û rewşa deverê bi giştî were kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin