7 welatiyên Kurd ji aliyê Îranê ve hatine girtin

heta niha çarenivîsa wan welatiyên girtî nediyare.
کوردستان TV
100%

Xwepîşandan dijî medenekî kirine.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê li bajarê Tîkab ya li Rojhilatê Kurdistanê hijmareke welatiyên Kurd yên şêniyên vê bajarê jiber organîze kirina xwepîşandanan li dijî destbikar kirina medenekî li nêzî vê bajarê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Şêniyên bajarî Tîkab û derdorê eşkere kirine ku, jiber destbikar kirina vê medena han ava vexwarinê ya bajarê û derdorê qirêj bûye û mimkune li gel dom kirina çalakiyên vê medenê ava vexwarinê ya bajarê û derdorê hişik bibe, lewre li dijî medenê dest bi xwepîşandan û çalakiyan kirine.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.