Serokwezîr li gel balyoza nû ya Almanyayê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyoza nû ya Almanyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Balyoza nû ya Almanyayê li Îraqê birêz Christiane Homan û şandeke pê re kir.
Jiber destbikar bûna vê me pîrozbayî li balyoza nû ya Almanyayê kir û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest û herwiha spasiya hevkarî û piştîvaniya Almanyayê bo herêma Kurdistanê kir.
Mijara sereke ya civîna me taybet bû bi, girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û hemfikir bûn li ser pêwîstiya rêzgirtin ji sîstema federalî û parastina mafên gelê Kurdistanê û tevahiya pêkhateyan di çarçoveya destûrê de.
Balyoza Almanyayê amadebûna welatê xwe bo pêşde birina têkiliyan li gel Îraq û herêma Kurdistanê diyar kir bi taybetî di warê hêlbirîn û bazirganî de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin