Li gel balyoza nû ya Almanyayê civiya.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel balyoza nû ya Almanyayê li Îraqê Christiane Homan civiya.
Di civînê de ku, hijmarek dîplomat û şêwirmendên Almanî jî têde beşdar bûn, Serok Barzanî pîrozbayî li balyoza nû ya Almanyayê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û balkêşande ser têkiliyên dostatî di navbera gelê Almanya û gelê Kurdistanê de û spasiya gel, hikûmet û artêşa Almanyayê kir ku, di şerê dijî terorê de piştîvaniya Kurdistanê kirine û got: Teror metirsiyeke rastîne bo ser mirovatî û azadîxwazan û ev metirsiya han hîn jî didome lewre lazime hewlên hevbeş yên civaka cîhanî yên dijî terorê jî berdewam bin.
Her di heman civînê de balyoza nû ya Almanyayê rixmî tekez kirine ser vê ku, metirsiya terorê hîn jî maye hevdem anî ziman ku, Almanya gelek girîng bi hemahengî û karên hevbeş li gel Îraq û Kurdistanê dide.
Rewşa Îraq û Kurdistanê, têkilî û hemahengiya navbera Kurdistan û Almanyayê, girîngî dan bi kerta çandiniyê û pir cure kirina abûriyê mijarên din yên vê civîna han bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin