Almanya û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin

Almanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.
کوردستان TV
100%

Serokê herêmê li gel balyoza nû yê Almanyayê civiya.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel balyoza nû ya Almanyayê li Îraqê Christiane Homan civiya.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê rixmî bixêr hatin û pîrozbayî kirin li balyoza nû ya Almanyayê hêviya serkeftinê jî jê re xwest û her du alî kêfxweşiya xwe ya li hember asta bilind û baş ya têkiliyên Almanyayê yên li gel Îraq û Kurdistanê diyar kir û tekez li ser bihêztir û berfiretir kirina têkiliyên han kirin.

Her di civînê de her du aliyan baştir bûna rewşa ewlekarî ya Îraqê bigirîng wesif kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku, hîn jî DIŞI metirsiyeke rastîne bo ser ewlekariya Îraq û deverê û lewre lazime berdewam bin li ser rûbirû bûna DIŞIê û li ser vê mijarê jî Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir û ku, di şerê dijî DIŞIê de piştîvaniya Kurdistanê kiriye.

Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser rewş û sîstema siyasiya Îraqê hate kirin û her du alî tekez li ser girîngiya cîhbicîh kirina sîstema federalî kirin û Serokê herêmê diyar kir ku, bo dabîn kirina aramî û aştî li Îraqê lazime sîstema federalî bi rastî û başî were cîhbicîhkirin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.