Serokwezîrê Kurdistanê jî bo Dubayî hate vexwandin

di civînê de behsa çend mijaran hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel Konsulusê Îmaratê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê Îmaratê li Hewlêrê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro me pêşwaziya Konsulusê giştî yê Îmaratê li herêma Kurdistanê birêz Ehmed Îbrahîm Elzahirî kir.

Di civînê de Konsulusê giştî yê Îmaratê vexwandinnameya fermî ya Cîgirê Serokê Îmaratê, Serokê civata wezîran û hakimê mîrgeha Dubayî xwedan şiko Şêx Mihemed Bin Raşêd Almektûm ya bo beşdarî kirin di komcivîna cîhanî ya taybet bi keş û hewayê COP28 yaku, di rojên 1 û 2 Mijdara îsal de li Dubayî tê lidarxistin û hemwexte li gel roja nîştimaniya Îmaratê, pêşkêşî me kir.

Di komcivîna han de vê giftûgo derbarê rûbirû bûna bandorên guhertina keş û hewayê li ser welatên cîhanê tê kirin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.