Serokê herêma Kurditanê bo Îmaratê hat vexwandin

Serokê herêmê diçe Îmaratê.
کوردستان TV
100%

Îro li gel Konsulusê giştî yê Îmaratê civiya.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê giştî yê Îmaratê yê li Hewlêrê Ehmed Îbrahîm Zahêrî kir.

Di civînê de Konsulusê Îmaratê rixmî gehandina silavên Serokê welatê xwe bi Serokê herêmê, hevdem vexwandinnameya fermî ya Serokê Îmaratê ya bo Serokê herêmê bo beşdarî kirin di komcivîna cîhanî ya taybet bi keş û hewayê de radestî Nêçîrvan Barzanî kir.

Di komcivîna Expo Dubayî de vê di çarçoveya rêkeftina Parîsê de giftûgo li ser guhertina keş û hewa û çawetiya rûbirû bûna bandorên vê yekê û rola welatên cîhanê li ser kêm kirina metirsiyan were kirin.

Derfetên hêlbirîna Îmaratî li Îraq û Kurdistanê, pêşde birina têkiliyan û pêşhatên dawî yên li deverê û çend pirsên din mijarên vê civînê bûn.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.