Balyozxaneya Îsraîlê: Em vê yekê ji Tirkiyeyê qebûl nakin

dibêje nabe Tirkiye piştîvaniya terorê bike.
کوردستان TV
100%

Dibêje hin alî li Tirkiyeyê direvan dikin.

Balyozxaneya Îsraîlê ya li Enqereyê derbarê êrîşên Hemasê yên bo ser Îsraîlê daxuyaniyek weşandiye û têde rexne li Tirkiyeyê dike.

Di daxuyaniyê de hatiye nivîsandin: Di demekê de ku, xelkê Îsraîlê jiber êrîşên terorîstan têne kuştin, nabe Tirkiye piştîvaniya terorê bike, em vê yekê ji Tirkiyeyê qebûl nakin.

Her di heman daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku, çapemeniya Tirkiye û hin aliyên Tirk li ser vê mijarê direv dikin û tiştên nerast belav dikin.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.