Cezaya 1 sal girtîgehê jê re hatiye dayîn.
Li gor zaniyariyên ku, ji aliyê navenda mafên mirovan ya Hengawê ve hatine belavkirin, dadgeha Şoreşa Îranê cezayê 1 sal girtîgehê daye Nivîskarê pirtûkên zarokan, Feyroz Ebdulahî ku, xelkê bajarê Seqizê û herwiha xwedan pêdiviyên taybete.
Hengawê diyar kiriye ku, dadgeha Şoreşa Îranê tohmeta endam bûn di nava hizba demokrata Kurdistanê de, xistiye ser Ebdulahî û jiber vê yekê cezayê yek sal girtîgehê daye wî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin