Îraq û Tirkmenistan rêkeftinek îmze kirin

heta dawiya salê ev rêkeftin dikeve meriyetê.
کوردستان TV
100%

Îraq ji Tirkmenistanê gaz hawirde dike.

Li gor çapemeniya Îraqî, duhê wezîrê elektirîkê yê Îraqê li Bexdayê li gel wezîrê bazirganî yê Tirkmenistanê Meqsed Babayiv civiyaye.

Di civînê de her du aliyan rêkeftina navbera Îraq û Tirkmenistanê y abo hawirde kirina gaz ji Tirkmenistanê bo dabîn kirina elektirîkê li Îraqê îmze kirine.

Çapemeniya Îraqî eşkere kiriye ku, tê payîn heta beriya dawiya salê ev rêkeftina han bikeve meriyetê.

Rojhilata navîn Îraq Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.