Şeva derbasbûyî Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Serokê Fransayê yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Patrick Durrell kir.
Di hevdîtinê de, li ser bernameya serdana çaverêkirî ya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ya Iraqê, pêwendiyên Fransayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê da nêrînên xwe li hev guhertin.
Her du alî tekez li ser girîngiya peywendiyên Fransayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û balkişandin li ser rol û beşdariya çalak ya Fransayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DIŞIê, her wiha li ser girîngî û pêwîstiya piştevaniya Fransa yê Iraqê de hevfikir bûn.
Di derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê da, her du alî tekez li ser girîngiya yekrêzî û yekdengiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û yekhelwêstî û yekrêziya wan ya li Bexdayê kirin û behsa peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan da jî kirin.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasî rol û piştevaniya Serok Macron ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û di derbarê pirsgirêkên digel Bexdayê jî tekez li ser wê yekê kir ku, Herêma Kurdistanê her dem amadeye li gor destûrê û sîstema federalî ji bo çarserkirina pisgirêkan digel Bexdayê gotûbêjan bike.
Rewşa koçber û pêkhateyên li Herêma Kurdistanê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel welatên cîran û navçeyê, pêşhatên dawî yên şerê DIŞIê li Iraq û Sûriyê, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên din yên xwedî berjewendiyên hevbeş mijarên dinê yên civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin