Li Başûrê Îranê ev tîma han hatiye girtin.
Li gor rayedarên ewlehiyê yên Îranê, hêzên Îranî karîne di operasiyonekê de li parêzgeha Kirmanê ya li Başûrê Îranê tîmeke terorîstî ya DIŞIê binçav bikin.
Çapemeniya Îranê li ser zarê dozgeriya giştî ya Îranê belav kiriye ku, di operasiyona hêzên ewlekarî yên Îranê li Kirmanê de tîmeke 7 kesî ya terorîstên DIŞIê hatiye girtin.
Dozgeriya giştî ya Îranê diyar kiriye ku, ev tîma han xwe bo pêk anîna çend êrîşan amadekiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin