Jiber kongreyê peyameke pîrozbayî pêşkêşî YNK kiriye.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jiber kongreya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serok û Serkirdatiya nû ya YNK kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Jiber bi dawî hatin û serkeftina kongreya we, pîrozbayî li Serok, Serkirdatî û tevahiya endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikim. Hêvî dikim pêvajoyeke nû bo xizmet kirina gel û welat destpê bikin, pêngavên we bo yekdengî û yekrêziya nîştimanî, parastina destkeftin nîştimanî û berejwendiyên xak û xelkê Kurdistanê bin û piştîvanî û hevkariya xwe jî bo cîhbicîh kirina bernameya hikûmetê zêdetir bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin