Reşîd: Em navendên leşkerî yên Tirkiyeyê qebûl nakin

dibêje lazime li gel Tirkiyeyê rêkeftinek were îmzekirin.
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Îraqê êrîşên Tirkiyeyê mehkûm dike.

Serokkomarê Tirkiyeyê Ebduletîf Reşîd di gotareke xwe de bi tundî êrîş û operasiyonên Tirkiyeyê yên di nava axa herêma Kurdistan û Îraqê de mehkûm kiriye û ragihandiye ku, lazime dawî bi wan êrîş û operasiyonan were anîn.

Ebduletîf Reşîd eşkere kiriye ku, Îraq hebûna navendên leşkerî yên Tirkiyeyê di nava axa xwe de qebûl nake û lazime di navbera Îraq û Tirkiyeyê de rêkeftineke ewlekariyê were îmzekirin.

Reşîd ev yek eşkere kiriye ku, ev 45 sale pkk di nava axa Îraqê deye û balefir û dronên Tirkî her roj êrîşî ser axa Îraqê dikin ku, ev yek jî bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.