Piştî teqînê jî pevçûneke dijwar jî qewmiye.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê kêliyek beriya niha li navçeya Qizler ya li Enqereyê teqîneke mezin li nêzî wezareta navxwe çê bûye û dengê teqînê jî li gelek deverên din yên Enqereyê hatiye bihîstin.
Di vê derbarê de wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê Elî Yerlîqaya diyar kiriye ku, du terorîst xwestine êrîşê bikin û teqînê bikin lê hêzên ewlekarî bi wan hesiyane û pevçûn çê bûye.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê di encama teqîn û pevçûnan de kuştî û birîndar jî hene lê hîn jî bi awayeke zelal zaniyarî li ser vê yekê nehatine belavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin