Du ji wan xelkê Pîranşarê ne.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê roja 28ê Îlonê hêzên îtlaata rejîma Îranê li her du bajarên Dîwandere û Pîranşarê operasiyoneke berfire lidar xistine û di encama operasiyona han de li Dîwandereyê welatiyekî Kurd û li Pîranşarê jî du welatiyên Kurd ji aliyê îtlaatê ve hatine girtin.
Hengawê diyar kiriye ku, ev her sê welatiyên Kurd bi cîhên nediyare hatine veguhastin û rixmî hewldanên malbet û kesûkarên wan, lê heta niha ti zaniyarî derbarê çarenivîsa wan de nehatine bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin