Hijmara kuştî û birîndaran nediyare.
Li gor çapemeniya Îranî li girtîgeha bajarê Ramhurmuz ya li Başûrê Îranê de di navbera girtî û gardiyanan de pevçûn derketiye.
Çapemeniya Îranê her çend behsa hijmara kuştî û birîndaran nekiriye, lê diyar kiriye ku, hêzên girtîgehê bo kontrol kirina rewşê neçar bûne çek bikar bînin.
Ji aliyeke din ve duhê di salvegera îna bixwîn li Sîstan û Belûçistanê xwepîşandanên mezin yên girseyî hatin lidarxistin û tê gotin duhê jî hêzên rejîmê êrîşî ser xelkê kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin