Kêşeya Felestînê tê çareser kirin

Netanyahu jî merc qebûl kiriye û gotiye amadeye dest bi danûstandinê bike.
کوردستان TV
100%

Biden û Netanyahu li ser vê mijarê lihev kirine.

Li gor nûçeyeke malpera I24 ya Îsraîlî, Serokê Amerîka û Serokwezîrê Îsraîlê di hefteya derbasbûyî de li New Yorkê civiyane.

Di civînê de Jeo Biden û Netanyahu li ser mijara çareser kirina kêşeya Felestînê lihev kirine.

Di civînê de Biden ji Netanyahu ragihandiye ku, mercê Siûdiyeyê heye bo ku, bi tevahî têkiliyên xwe yên li gel Îsraîlê normal bike û ev merca hanê jî qebûl kirina çareseriya du dewlete li Felestînê.

Pişt re Netanyahu jî erê kirina xwe li hember vê merca han diyar kiriye û her du alî niha kar li ser cîhbicîh kirina çareseriya du dewlet li Felestînê dikin.

Biden tekez li ser vê yekê kiriye ku, îmze kirina rêkeftineke mayinde di navbera Îsraîl û Siûdiyeyê de girêdayî bi lihev kirina navbera Îsraîl û Felestînê ye.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.