Şanda Romanî rola Serok Barzanî bilind dinirxîne

dibêje sedemên derketin û bihêz bûna terorê hîn jî berdewamin.
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî li gel şandeke civata pîran ya Romanyayê civiya.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke civata pîran ya Romanyayê bi Serokatiya Serokê komîteya siyaseta derve ya civata pîran ya Romanyayê Senator Titus Corlatsian kir.

Di civînê de balyozê Romanyayê yê li Îraqê Octavian Dobre jî têde beşdar bû, Serokê komîteya siyaseta derve ya civata pîran ya Romanyayê stayîşa rola Serok Barzanî di nava xebata tevgera azadîxwaz ya gelê Kurdistanê de kir û rêzdariya xwe bo rol û qurbanîdana gelê Kurdistanê û hêzên pêşmerge di şerê dijî terorê de anî ziman û tekez li ser vê yekê kir ku, welatê wî girîngiyeke gelek zêde dide têkiliyên xwe yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê û daxwaz kir daku, têkiliyên Kurdistan û Romanyayê yên di warên çandî, abûrî, hêlbirîn û kerta taybet de werin bihêztirkirin.

Her di heman civînê de Serok Barzanî jî têkiliyên navbera gelê Kurdistan û gelê Romanyayê bi têkiliyên dostane wesif kir û daxwaz kir ku, têkiliyên han werin berfiretirkirin bi taybetî di warê abûrî, çandiniyê û hêlbirînê de.

Serok Barzanî di beşeke din ji gotinên xwe de spasiya rola Romanyayê kir yaku, di çarçoveya hêzên hevpeymanan de di şerê dijî DIŞIê de bo hevkarî kirina hêzên pêşmerge lîstiye.

Derbarê şerê terorê de jî Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku, metirsiya terorê metirsiyeke cîhaniye raste di warê leşkerî de DIŞI hatiye jinav birin lê sedemên derketina û bihêz bûna DIŞIê hîn jî berdewamin û lazime hevpeymanî û hewldanên navnetewî bo rûbirû bûna DIŞIê û nehêştina terorê, berdewam bin û di siyaseta cîhanî de girîngî bi wan were dayîn.

Rewşa siyasiya Îraqê, deverê, astengî û arîşeyên berdem aramiya dever û cîhanê mijarên din yên vê hevdîtina han bûn.

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.