Îsraîl: Me êrîşî ser navendeke girîng ya Îranê kiriye

dibêje êrîş bi dronê bombekirî pêk hatiye.
کوردستان TV
100%

Êrîş pêrê şev li Xormeabadê pêk hatiye.

Piştî ku, duhê çapemeniya Îranê ragihand ku, şeva duşem li bajarê Xoremabadê dengê teqîneke mezin û hejîna erdê hatiye bihîstin, ragihandina fermî ya Îranê di destpêkê de bilez nivîsandibû ku, erdhej çê bûye lê pişt re bilez nûçeyên çapemeniya Îranê hatin reşkirin.

Îro kanala fermî ya i24News belav kir ku, dengê teqînê û hejiyana erdê li Xoremabadê di encama êrîşeke Îsraîlê de bûye bo ser navendeke girîng ya leşkerî ya bi navê Îmam Elî li Xoremabadê.

i24News eşkere kiriye ku, navenda Îmam Elî navendeke taybet ya mûşek û dronên spaha pasdarana Îranê ye û artêşa Îsraîlê jî bi droneke bombekirî êrîşî ser vê navenda han kiriye.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.