Ukrayna li ser esasê wan zaniyariyan operasiyon kiriye.
Rojnameya navdar ya Ukraynî Kiev post derbarê êrîşa destpêka vê hefteyê ya artêşa vê welatî bo ser hêzeke deryayî ya Rûsyeyê de raportek belav kiriye.
Di raporta han de Kiev post belav kiriye ku, destpêka vê hefteyê hijmareke Efserên Rûsî jiber ku, mûçeyên xwe ji Rûsyeyê nestandine, derbarê hebûna hêzeke deryayî ya Rûsî de zaniyarî dane artêşa Ukraynayê û pişt re jî artêşa Ukraynayê êrîşeke berfire pêk aniye û di encama vê êrîşa han de Fermandarê hêzên deryayî yên Rûsî Jeneral Sokolov û 33 Efserên din yên hêzên deryayî yên Rûsî hatine kuştin.
Heta niha Rûse li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin