Derbarê bûyera Hemdaniyeyê de peyamek belav kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê bûyera li Hemdaniyeyê de peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyama hane;
Bûyera dilsoş ya agir berbûnê di nava holeke dawetan ya li qezaya Hemdaniye ( Bexdeda) ku, bûye sedema can ji dest dan û şewitîna bi sedan kesan me gelek xembar kir.
Sersaxî didim malbet û kesûkarên qurbaniyan û xwe bi hevparê xema wan dizanim û xwedê mezin rihê wan bi beheştê şad bike û hêviya bilez baş bûnê jî bo birîndaran dixwazim.
Şeva derbasbûyî li gel karesata Hemdaniyeyê de, me wezareta tendirostî û tevahiya aliyên têkildar yên hikûkmeta herêma Kurdistanê pîwerdar kir daku, bilez bi hawara zirardîtiyan ve biçin û niha jî em amadebûna xwe bo her cure hevkariyeke pêwîst diyar dikin.
Serokwezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin