Ji aliyê hêzên narkotîkê ve hatine girtin.
Birêveberatiya nehêştina madeyên hişber ( narkotîk) îro sêşem daxuyaniyek bo raya giştî belav kir.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, hêzên nehêştina madeyên hişber îro operasiyonek li dijî tîmeke bazirganî kirin bi madeyên hişber lidar xistine û di encama operasiyona han de hêzên wan karîne dest bi ser 11 kîlo û 650 giram madeya hişber ya ji cureya kirîstal de bigirin.
Her di heman operasiyonê de 5 kes jî ku, karê bazirganî bi madeyên hişber kirine hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin