Serokwezîr jî hêviya serkeftinê jê re dixwaze.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusa Brîtanyayê ya li Hewlêrê kir û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya Konsulusa giştî ya Brîtanyayê li herêma Kurdistanê birêz Rosie Keif ku, jiber bi dawî hatina pîwerdariya xwe û xatir xwestinê serdana me kiribû.
Rixmî balkêşandine ser têkiliyên dîrokî û dostane y ên di navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê de, hevdem me spasiya Konsulusa giştî kir ku, di dema pîwerdariya xwe de hewl bo pêşde birin û bihêztir kirina têkiliyên du alî kiriye û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Konsulusa giştî ya Brîtanyayê jî spasî û rêzdariya xwe ya li hember karasanî û hemahengî kirina aliyên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê li gel Konsulusxaneya welatê xwe diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin