Serok Barzanî li gel Konsulusê Brîtanyayê civiya

Kurdistan û Brîtanya dostatiya navbera xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Konsulusa Brîtanyayê xatira xwe ji Serok Barzanî xwest.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Konsulusa Brîtanyayê ya li Hewlêrê Rosie Keif kir.

Di civînê de Rosie Keif ragihand ku, armanc ji vê serdana han xatir xwestin ji Serok Barzaniye û kêfxweşiya xwe jî ya li hember kar kirina xwe li Kurdistanê diyar kir.

Li hember de jî Serok Barzanî spasiya Konsulusa Brîtanyayê kir û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Her di civînê de her du alî tekez li ser berfiretir û bihêztir kirina dostatî û hemahengiya navbera her du aliyan de kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.