Behsa rewşa Sûriyeyê hatiye kirin.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke ENKS civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro me pêşwaziya şandeke civata nîştimaniya Kurd li Sûriyeyê ( ENKS) kir ku, ji birêzan Ebdulhekîm Beşar û Îbrahîm Biro endamên vê civatê di nava opozîsyona Sûriyeyê de pêk hatibû.
Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî, pêşhat û geşek sendinên li Sûriyeyê kir.
Me tekez li ser çareser kirina kêşeyên Sûriyeyê bi awayeke aştiyane û dabîn kirina maf û daxwazên reva yên gelê Kurd kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin