Îraq û Ukrayna lihev kirin

kompaniyên Ermenistanê jî dixwestin li vê meydanê kar bikin.
کوردستان TV
100%

Kompaniyeke Ukraynî kar di meydana Ekaz de dike.

Li gor wezareta petrola Îraqê di navbera Îraq û Ukraynayê de rêkeftineke girîng ya taybet bi petrol û gazê hatiye îmzekirin.

Di vê derbarê de rojnameya fermî ya Îraqê ( Sebah) belav kiriye ku, Cîgirê wezîrê petrolê û berpirsê beşê deranîna petrolê Basim Mihemed Xezîr diyar kiriye ku, di navbera wezareta petrol ya Îraqê û kompaniyeke petrolê ya Ukraynî de rêkeftin hatiye kirin.

Xezîr diyar kiriye ku, ev rêkeftina han taybete bi nûjen kirin û zêdetir kirina asta hêlbirîna petrol û gazê li meydana petrolê ya Ekaz ya li Rojavayê parêzgeha Romadiye.

weke tê zanîn beriya niha du kompaniyên Ermenistanî jî dixwestin li vê meydanê kar bikin lê di dawî de kompaniya Ukraynî ev heq bidest aniye.

 

Rojhilata navîn Îraq Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.