Di nava 4 rojan de 12 welatî hatine girtin

heta niha çarenivîsa wan nediyare.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê rejîma Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê zextên rejîma Îranê li dijî welatiyên Kurd didomin.

Hengawê diyar kiriye ku, di çarçoveya nêz bûna salvegera şehîd kirina Jîna Emînî de, rejîma Îranê hêzeke geleke zêde şandiye bajarên curbicur yên Rojhilatê Kurdistanê.

Hegawê diyar kiriye ku, ji roja çarşem ve heta duhê înê 12 welatiyên Kurd yên şêniyên bajarê Dîwandere li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên îtlaata Îranê ve hatine girtin.

Hengawê diyar kiriye ku, rixmî hewldanên kesûkarên girtiyan lê heta niha ti zaniyarî derbarê çarenivîsa wan girtiyan de nehatiye bidestxistin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.