Peyamek bo salvegera damezrandina Yekîtiya zanayên ola îslamiya Kurdistanê belav kir.
Îro Serok Barzanî peyamek bi minasebeta salvegera damezrandina yekîtiya zanayên ola îslamiya Kurdistanê belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi minasebeta 53 saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê pîrozbahiyeke germ li Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendiya Yekîtiya Zanayan û hemû mamostayên ola pîroza Îslam li Kurdistanê dikim.
Armanca serekiya damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê ji aliyê Barzaniyê Nemir li 21ê Eylûla 1970 dûpatkirina rola mamostayên olî li şoreş û xebata gelê me û kûrkirina bingehên dîndarî û xwedanasî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê bû. Bi dirêjahiya dîroka gelê me mamosta û zanayên mezinên Kurdî ola Îslam rola wê ya yek alîker ya li bihêzkirina niştimanperwerî û qebûlnekirina sîtemkarî û rêgirtina li hizra tundî û mezhebî da hebûye.
Ew çaverêyiye ji zana û mamostayên olî heye ku wekî herdem li wê rola xwe ya pîroz da berdewam bin û rênîşanderê me hemû aliyek bin. Li salvegera wê helkefta dîrokî de hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê û hemû mamostayên birêz dixwazim û spasî keda wan ya li erkê wan yê pîroz de dikim.
Xwedayê mezin pişt û penaya me hemû aliyek bê.
Mesûd Barzanî
21ê Eylûla 2023
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin