Serokwezîr li gel şandeke hevpeymaniya cîhanî civiya.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Fermandarê hêzên hevpeymaniya cîhanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro piştî nîvroyê me pêşwaziya Fermandarê giştî yê hêzên Hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê birêz Jeneral Joel Vaul û şandeke li gel kir.
Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê birêz Mark Straw jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê pêşhat û guhertinên li herêma Kurdistan, Îraq û Sûriyeyê kir.
Mijara sereke ya civîna me taybet bû bi giftûgo kirin derbarê prosesa reforman di nava wezareta pêşmerge û pêngavên yek xistina hêzên pêşmerge û rêkxistina pêkhateyan.
Di vê derbarê de me tekez li ser girîngiya berdewam bûn û bilez bûna prosesê û pêbendiya cîhbicîh kirina karnameya kabîneya 9an di warê rêkxistin û yekxistina pêşmerge û dûr kirina wezaretê ji her cure destwerdaneke hizbî û berejwendiyên takekesî.
Herwiha me balkêşande ser wan gote gotin ku, dibêjin qaşon kêşe di nava prosesa reformên nava wezareta pêşmerge de hene û ev yek diyar kir ku, lazime destwerdaniya takekesî û hizbî ji wezareta pêşmerge were dûrxistin û pêşiya hewlên Serokwezîr bo diyarî kirina wezîrekî jêhatî bo cîhbicîh kirina karnameya hikûmetê neyê girtin.
Di beşeke din ya civînê de, me nêrînên xwe yên derbarê rewşa Sûriye bi taybetî aloziyên devera Dêra Zorê û Rojhilatê vê welatî lihev veguhast û her du alî li ser girîngiya parastina asayîş û aştiya civakî û aramiya navbera Kurd û Ereb û pêkhateyên din de hem fikir bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin