Nêçîrvan Barzanî: Rola YZIK gelek girînge

dibêje erkeke pîroz li ser milê wane û hêviya serkeftinê bo wan dixwaze.
کوردستان TV
100%

Serokê herêmê peyameke pîrozbayî pêşkêşî YZIK dike.

Bi minasebeta 53 saliya damezrandina Yekîtiya zanayên ola îslamiya Kurdistanê Serokê herêmê peyameke pîrozbayî pêşkêşî vê yekîtiya han kir.

Serokê herêmê di peyama xwe de nivîsandiye; Bi minasebeta 53 saliya damezrandina  yekîtiya zanayên îslamiya Kurdistanê gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî Serok, mekteba cîhbicîhkar û tevahiya endamên yekîtiya han dikim û hêviya serkeftinê bo wan dixwazim.

Rol, xebat û têkoşîna Mamosteyên olî û zanayên olî û Yekîtiya zanayên îslamiya Kurdistanê di serdema Şoreş û rûbirû bûna stemkarî de û herwiha amadeyî û bandora wan ya niha ya li ser azadî, civaka Kurdistan û liv û tevgerên wan yên bo parastina mafên zanayên olî bilind dinirxînin.

Mamoste û zanayên olî roleke girîng bo pêşde gbirina rihê tebayî, lêbûrîn û bihevre jiyana aştiyane, rûbirû bûna teror, gotara tundûtîjî û parastina nirxên ciwan yên civaka Kurdistanê dilîzin, di gehandina peyamên baş de erkeke pîroz li ser milê wane û nîştimanperweriyê dikin jiber vê çendê weke hertim spasiya wan dikin û piştîvaniya wan dikin û tekez li ser parastina mafên wan û baştir kirina rewşa jiyana wan dikin.

Xwedê mezin Parêzer û piştîvanê tevahiya me be û hêviya serfiraziyê bo tevahiya aliyan dixwazim.

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.