Peyamek pêşkêşî vê yekîtiya han kiriye.
Îro bi minasebeta 53mîn salvegera damezrandina Yekîtiya zanayên îslamî ya Kurdistanê Serkowezîrê Mesrûr Barzanî peyamek pêşkêş kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Di 53mîn salvegera damezrandina Yekîtiya zanayên Îslamî ya Kurdistanê gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî Serok, endamên mekteba cîhbicîhkar, civata navendî û tevahiya Mamosteyên olî yên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê bo wan dixwazim.
Hêvî dikim Yekîtiya zanayên ola îslamî ya Kurdistanê berdewam be li ser erkê xwe yê pîroz bo pêşde birina çanda miyanerewî û bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên curbicur yên Kurdistanê û rûbirû bûna hizra radîkal û parastina aştiya civakî û berevanî kirin ji prensîbên nîştimanî û mafên reva yên gelê Kurdistanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin