Serokatiya Komar ya Îraqê daxuyanî daye.
Duhê bişev Serokatiya Komar ya Îraqê derbarê êrîşa Tirkiyeyê ya bo ser balefirxaneya Erbetê daxuyaniyek weşandiye.
Di daxuyaniya han de Serokatiya Komar ya Îraqê ragihandiye ku, ev êrîşên han bo têk birina aramî û asayîşa Îraqê ye û Îraq li hember ev cure êrîşên han bêdeng namîne.
Serokatiya Komar herwiha diyar kiriye ku, vê weke bertek balyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê vexwîne û noteyeke dîplomatîkî bidin Tirkiyeyê.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, Tirkiye berdewame li ser binpê kirina qanûn û zagonên navnetewî û rejîma Tirkiyeyê dron weke amûrek bo vê mebestê û bo têk birina ewlekariya deverê bikar tîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin