Dibêje 5 kemp bo endamên partiyên Kurdî hatine dabînkirin.
Wezîrê berevanî yê Îraqê Sabit Mihemed Ebasî ragihand ku, Îraq pêbendî rêkeftina xwe ya li gel Îranê ye û di vê çarçoveyê de endamên partiyên Kurdî yên opozîsyona rejîma Îranê ji ser sînorên navbera Îraq û Îranê vekêşiyane û niha li ser wan sînorên hêzên sînor parêz yên Îraqê hatine bicîhkirin.
Nav hatî diyar kiriye ku, di nava kûrahiya axa Îraqê de 5 kemp bo wan partiyan hatine amadekirin û li wan kempan hatine bicîhkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin