Koşka Spî: Em bo vê mebestê hewlên pêwîst didin

çend Kongrêsmanên Amerîkî jî derbarê Kurdistanê de nameyek dane Biden.
کوردستان TV
100%

Dibêje lazime bilez henarde kirina petrolê destpê bike.

Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan ragihand ku, Amerîka piştgîriya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê dike û hana her du aliyan dide daku, bi diyalogê û bilez kêşeyên heyî çareser bikin.

Jake Sullivan diyar kiriye ku, Amerîka bo ku, dubare û bilez henarde kirina petrola Kurdistanê destpê bike, li gel Îraq, Tirkiye û herêma Kurdistanê di nava danûstandinên pêwîst dene.

Ji aliyeke din ve hijmarek Kongrêsmanên Amerîkî jî nameyek bo Serokê Amerîkayê nivîsandine û daxwaz ji Serokê Amerîkayê kirine daku, li dijî Îran û aliyên ser bi Îranê piştîvaniya herêma Kurdistanê û gelê Kurd bike û di vê warî de jî gavên pêwîst bavêje.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.