Fûad Husên: 5 kemp hatine ava kirin

dibêje Îraq pêbendî rêkeftina li gel Îranê ye.
کوردستان TV
100%

Bo endamên partiyên Kurdî yên Rojhilatê hatine avakirin.

Li gor nûçeyeke kanala Erebiye, wezîrê derve yê Îraqê Fûad Husên ragihandiye ku, di çarçoveya rêkeftina navbera Îran û Îraqê de, ya bo bêçek kirin û bicîh kirina endamên partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê li herêma Kurdistanê de 5 kemp hatine avakirin.

Husên diyar kiriye ku, Îraq pêbendî rêkeftina li gel Îranê ye û partiyên nav hatî jî çekên xwe yên giran radest kirine.

Nav hatî diyar kiriye ku, Îraq rê nade ti aliyek ku, axa Îraqê anjî sînorên Îraqê li dijî cîranên Îraqê bikar bîne û Îraq li dijî tundûtîjiye û dixwaze kêşeyên heyî bi diyalogê çareser bike.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.