Îranê 3 welatiyên Kurd binçav kiriye

heta niha sedema girtina wan û çarenivîsa wan nediyare.
کوردستان TV
100%

Li Sineyê hatine binçavkirin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê roja şemiya derbasbûyî hêzên îtlaata Îranê li gundê Nigêl ya ser bi bajarê Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê operasiyoneke girtin lidar xistine.

Hengawê diyar kiriye ku, di encama vê operasiyona han de 3 welatiyên Kurd ji aliyê îtlaatê ve hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan jî nediyare.

Navê welatiyên girtî eve, Mahan Nesacî 27, Mubîn Perwîn 27, û Adil Mîrzayî temen 35 sal.

Heta niha nayê zanîn ka gelo îtlaatê ev her sê welatiyên Kurd jiber çi girtiye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.