Dirêjahiya dîwarê 50km ye.
Li gor zaniyariyên berdest, di civîna duhê ya civata wezîran ya Îraqê de biryar li ser lêkirina dîwarek li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê de hatiye dayîn.
Hate zanîn ev dîwar vê li Başûrê Rojavayê Îranê bi taybetî li sînorê Ebûlkemal û Tenefê were lêkirin.
Dirêjahiya dîwarê 50 km dibe û hikûmeta Îraqê bo vê yekê jî bi qasî 15 miliyar dînar dabîn dike.
Armanc ji lêkirina vê dîwarê pêşî girtin ji hatina terorîstên DIŞI ye bo Îraqê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin