Dolar li Tirkiyeyê dîsa buha bû

rixmî zêdetir kirina rêjeya fayîzê lê dîsa dolar buha bû.
کوردستان TV
100%

Lîreya Tirkî roj bi roj zêdetir buhayê xwe ji dest dide.

Rixmî pêngav û biryarên bankaya navendî ya Tirkiyeyê yên bo zêdetir kirina rêjeya fayîzê, bo pêşî girtin ji bilind bûna buhayê dolarê, lê îro dîsa dolar li Tirkiyeyê buha bû.

Îro duşem dema vekirina burseyan li Tirkiyeyê buhayê 1 dolar li hember lîreya Tirkiye bû 27 lîre û ev di demekê deye ku, hikûmet jî di Tebaxê de du caran rêjeya fayîzê zêdetir kiribû.

Rojhilata navîn Tirkiye Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.