Serokwezîr spasiya aliyên siyasî yên Kurdistanê dike

hikûmeta Îraqê mehane 700 miliyar dolar dişîne.
کوردستان TV
100%

Derbarê encamên civînên li gel Bexdayê de peyame belav kir.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê encamên civînên şanda Kurdistanî li gel Bexdayê peyamek belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi pişt girêdan bi xwedê mezin û wîna bihêz ya gelê me, me karî berevanî ji mafên xelkê Kurdistanê bikin û li el Serokwezîrê federalî birêz Mihemed Sûdanî bigehêjin rêkeftineke goncaw bo dabîn kirina mûçeya welatiyan.

Spas bo bihên firehiya welatiyên berxwedêr ku, baweriya xwe bi hikûmeta herêmê wenda nekirin, spas bo cenabê Serok Barzanî ku, piştîvanî û rê nîşanderê me bû bo zal bûn bi ser astengiyan de.

Spas bo piştîvanî û rola birêz Serokê herêma Kurdistanê bo piştîvanî kirin û serxistina prosesa danûstandinên li gel hikûmeta federalî.

Spas bo aliyên siyasî yên Îraqa federal ku, piştîvaniya me kirin.

Spas bo aliyên siyasî yên Kurdistanê û firaksiyonên Kurdistanî yên li parlementoya Îraqa federal ku, piştîvanî û havdeng bûn bo berevanî kirin ji mafên mûçexwerin herêma Kurdistanê.

Spas bo şanda hikûmeta herêma Kurdistanê ku, bêyî westan û bi hesteke tîje ji berpirsiyartî karî ev erkê giran cîhbicîh bike.

Bi piştîvaniya xwedê mezin berdewam dibin li ser xizmet kirina welatiyên hêja û rê bi hewlên nerênî nadin ku, aramiya herêma Kurdistanê têk bibin.

Serokê hikûmeta herêma Kurditanê

Mesrûr Barzanî

 

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.